Schwulenberatung Berlin

Rêkxrawa Geyan, lezbiyenan, bîseksuelan û trans* û înterseksuelan* (şêwirmendi ji bo hevzayendan*)

{Play}

Derbarê mafên we em zaniyariyan digihînin we û alîkariya we dikin. Mînak:

  • Birêveçûna doza penaberiyê
  • Karkerên/fermanberên taybet di lêpirsîna doza penaberiyê de
  • Standina îqameyê
  • Sivkatî pê kirin, cudahîkirin
{Play}

Em bi hev re alîkariya guncaw ji bo arîşyên we yên derûnî bibînin :

  • Şêwirmendiya derûnnasî
  • Şêwirmendî di mijarên civakî
  • Piştevanî ji bo xweguncandina mirovên kêmendam û xwedî pêdiviyên taybet digel civakî
  • Şêwirmendî ji bo derfetên xwandin û karkirinê
  • Saxlemya seksî/cesedî girêdayi bi mirovên hevzayend û dabînkirina pêdiviviyên tendirustî
{Play}

Em alîkariya we dikin ji bo serîlêdanê/tomarkirinê, mînak:

  • Xizmetkariyen darayî û civaki
  • Çareserîkirina êşên derûnî
  • Serîlêdana/tomarkirin ji bo penaberiyê

 

{Play}

Ji bo peywendîkrinê em alîkar in. Minak:

  • LAF (fermangeha herêma Berlinê ya karûbarên penaberan)
  • Bezirksämter (Li şaredariyan)
  • Ausländerbehörde (saziya mîrî /fermangeha parêzgeha Berlinê ya koçberiyê)
  • BAMF (fermangeha Fedral  ya koçberiyê û penaberan)
  • Jobcenter (Dezgeha delîveyên karî û alîkariya aborî)
{Play}

Heger hûn bixwazin em dê cihekê hewînê ji bo we peyda bikin di baregahê xwe ji bo penaberên lezbiyen, gey, bîseksuel, trans* û înterseksuel.

{Play}

Heger hûn bixwazin em bi hestiyarî derfetên tenduristî, civakî û dadmendî yên girêdayî LSBTI* peyda diki.

Peywendiyê bi me bikin û pêdiviya we bi çi hebe bibêjin.

{Play}

Li Kafeya Kuchus saete vekirî ji bo hevdîtinê:                                             Sêşem û În, saet: 14-18

Li dûv jivanê

Wergêr me hene:                                                                                                                                               înglîzî, firensî, êspanî, rûsî, erebî, darî/farsî.

Zimanên din jî li gor daxwaziyan dê hebin.

Heger hûn bixwazin hûn dikarin bê diyarkirina  nasname û navê xwe jî şêwirmendiyê bistînin. Pêwîst nake hûn navê xwe ji me re bibêjin.

{Play}

Schwulenberatung Berlin gGmbH
Wilhelmstrasse 115
10963 Berlin

Odeyên bê asteng in.

 S-Bahn Anhalter Bahnhof
 U-Bahn Kochstraße
 Bus M29 Wilhelmstr./Kochstr.

Rê bi karta Googlemapsê:

{Play}

XENION

Yekeyên pisporiyê ji bo penaberên ku trawma derbaskirin e û qurbanên ku tundiya giran dîtiye (Xenion)

{Play}

Derbarê mafên we de em we zaniyariyan didin we û alîkariya we dikin.

  •  Birêveçûna doza koçkirinê
  • Karkerên taybet di lêpirsîna doza penaberiyê de
  • Bargiraniyên derûnî
  • Tund û tûjî  û koçberî
{Play}

Bi hev re em xizmetkariya guncaw ji bo we dibînîn.

  • Çareseriya derûnî (axavtin digel pisporên derûnnas)
  • Alîkarîkiriya derûnnasî
  • Alîkariya derûnî û di karûbarên civakî de
  • Alîkarî ji bo beshdarkirina mirovên xwedan pêdiviyên taybet
{Play}

Ji bo serîlêdanan/tomarkirinê em alîkar in. Mînak:

  • Çareseriya derûnnasî
  • Alîkarî ji bo xêzanê (perwerdekirina zarokan)
  • Xizmetkariyên darayî û civakî
{Play}

Di pêwendîkirinê de em alîkar in, mînak:

  • LAF (fermangeha herêma Berlinê ya karûbarên penaberan)
  • Bezirksämter (Li şaredariyan)
  • Ausländerbehörde (Di yekeya biyaniya de)
  • BAMF (fermangeha Fedral  ya koçberiyê û penaberan)
{Play}

Di mijarên bicihkirinê û cihên hayîman de em şîretan didin we.

{Play}

Peywendiyê bi me bikin û pêdiviya we bi çi hebe bibêjin.

{Play}

Pêwîst e jivan bi rêya telefon û e-mailê bihên dirust kirin.

030 / 880 66 73 22
Montag – Donnerstag
von 10.00 – 16.00 Uhr

Em wergeran peyda dikin.

Heger hûn bixwazin hûn dikarin bênav jî şêwirmendiyê bistînin. Pêwîst e nake hûn navê xwe ji me re bibêjin.

{Play}

Xenion – Psychosoziale Hilfen für politisch Verfolgte e.V.
Paulsenstrasse 55/56
12163 Berlin

Dudenstraße 78
10965 Berlin

Odeyên me bê asteng in.

 S-Bahn Rathaus Steglitz
 U-Bahn Rathaus Steglitz
 Bus X83 Schmidt-Ott-Straße

Rê bi karta Googlemapsê:

{Play}

Li cem me Xizmetên din jî hene:
www.xenion.org

Zentrum ÜBERLEBEN

Dezgeha taybet ji bo penaberên ku trawma derbaskirin e û qurbaniyên tund û tûjiyê (Navenda Überleben/ Qurtabûnê)

{Play}

Em şêwirmendîtiyê dikin û piştgiriyê didin: mezinan, zarok û xort.

Derbarê mafên we em zaniyariyan digihînin we û alîkariya we dikin. Mînak:

  • Birêveçûna doza penaberiyê
  • Karkerên taybet di lêpirsîna doza penaberiyê de
{Play}

Em bi hev re alîkariya guncaw ji bo arîşyên we yên derûnî bibînin :

  • Çareseriya derûnî (axavtin digel pisporên derûnnas)
  • Alîkarîkiriya derûnnasî
  • Alîkariya derûncivakî (xizmetkariyên girêday jiyana asayî)
  • Piştevanî ji bo xweguncandina mirovên kêmendam û xwedî pêdiviyên taybet digel civakî
{Play}

Ji bo serîlêdanan/tomarkirinê em alîkar in. Mînak:

  • Çareserîkirina êşên derûnî
  • Alîkarî ji bo xêzanê (perwerdekirina zarokan)
  • Xizmetkariyên darayî û civakî
{Play}

Ji bo peywendîkrinê bi fermangehan em alîkar in. Minak:

  • LAF (fermangeha herêma Berlinê ya karûbarên penaberan)
  • Bezirksämter (Li şaredariyan)
  • Ausländerbehörde (saziya mîrî ya penaberan / fermangeha parêzgeha Berlinê ya koçberiyê)
  • BAMF (fermangeha Fedral ya koçberiyê û penaberan)
{Play}

Di mijarên bicihkirinê û cihên hayîman de em şîretan didin we.

{Play}

Heger hûn bixwazn em derfetên civakî û yasayî tenduristî ji bo we peyda dikin.

  • Piştevanî ji bo xweguncandina mirovên kêmendam û xwedî pêdiviyên taybet digel civakî
  • Şêwirmendiya hiqûqnasîyê

Peywendiyê bi me bikin û pêdiviya we bi çi hebe bibêjin.

{Play}

Pêwîst e jivan bi reya telefonê an jî e-mailê biên dirust kirin.

Em wergêran daxwaz diki.

Heger hûn bixwazin hûn dikarin bênav jî şêwirmendiyê bistînin. Pêwîst nake  hûn navê xwe ji me re bibêjin.

{Play}

Zentrum ÜBERLEBEN gGmbH
Turmstrasse 21
Haus K
10559 Berlin

Odeyên me li gorî hemwelatiyê me yên astengdar hatin e çê kirin.

 S-Bahn Bellevue
 U-Bahn Turmstraße
Bus 101/123/187/245 Turmstraße/Lübecker Straße

Pênasa rêyê bi rêya Googlemapsê:

{Play}

Derfetên din jî me hene:

www.ueberleben.org

BNS ji aliyê tê fînanze kirin / alîkariya aborî tê dayîn

Senatsverwaltung f&uumlr Integration, Arbeit und Soziales