Startseite
Pêşniyara şêwirmendiyê
li ser BNS
Beratungsangebot BNS
Navê me ,,Navenda Berlînê ji bo penaberên pêdivî parastina taybet.‘‘ Bi hev re em alîkariyê didin mirovên xwedî rewş û pêdawîstiyên taybet li gor mada §21 a yasaya yekitiya awropî. Bi zimanên cuda em di xizmet da ne. Xizmeta me ya bêramber e, ke wate: tu pereyî nadeyi. Karê me cîyê baweriyê ye. Ke wate: em ji tu kesî re nabêjin ko te peywendî bi me re kirye. Û tiştê tu ji me re dibêjî em ji tu kesî re aşkêra nakeyin, ji xeynî ger tu bixwazî.
Ji sala 2008ê were em alîkariyê û şêwirmendiyê didin:
- Ciwanên li jêr 18 salîyê da û bêxwedî (Zarok û sinêleyên li jêr 18 saliyê)
- Ciwanên gihiştî, 18 saliya xwe temamkirî
- Mirovên kêmendam û pêdiviyên taybet
- Nexweşên bi êşên giran û bêçare
- Mirovên bi emir
- Yên bi dugiyan
- Yek-Semiyanên bi zarokên (Tekdayîk yan tekbavê ligel zarokên xwe yên li jêr 18e saliyê de li almanyayê ye)
- Jinên bi tenê
- Jinên ko tund û tûjîyê dibînin
- Mirovên ko li welatê xwe, li dema revîna xwe de yan jî li almanyayê tund û tûjiya leşî, derûnî îşkence yan jî destdirêjî dîtî.
- Mirovên serpêhatiyên nerênî derbaskiri ne
- Mirovên ku ji îşkenceyê qurtalbûn
- Nexweşên bi êşên derûnî yan jî arîşeyên derûnî
- Geyan, lezbiyenan, bîseksuelan û trans* û înterseksuelan* (hevzayend*)
Pirsên we hene?
Pêdiviya we bi alîkariya me heye?
Em li ser rewşa we ya taybet bi we re diaxivin.
Em bi hev re çareseriyan digerin û bi hev re dibînin.
Em pêzanînên we bi nehênî werdigirîn.
Mixabin, em şêwirmendiyê nadin hemû komên penaberan yên ku pêdiviyên wan bi parastina taybet heye. Ji bo qurbaniyên bazirganiya bi mirovan em evan cihên alîkariyê pêşniyar dikin:
Ban Ying e.V.
Wek rêkxistin û şêwirmendiyê dijî bazirganiya bi mirovan dike
www.ban-ying.de
In VIA
Navenda ji bo qurbaniyên jin ên tuşî bazirganiya bi mirovan bûyîn.
www.invia-berlin.de