AWO Kreisverband Berlin-Mitte e.V.
Rêkxrawa dûvçûn û şêwirmendiyê ji bo penaberên pêdivî mafên taybet in
Mehr über AWO Kreisverband Berlin-Mitte e.V.
Derbarê mafên we de em we zaniyariyan didin we û alîkariya we dikin.
- Birêveçûna doza penaberiyê
- Şêwirmendî di mijarên civakî
- Perwerde û pişikdarî (BuT)
- Dugiyanî
- Xizmetkariyên tendirustî (çareserî, derman û amûrên alîkar, perestarî, çavdêrîkirn)
- Peydakirina Parêzera (Mûhamiya)
- Hinartin cem nojdarên taybet ji bo standina belgenameyên tendirusti/saxlemiyê ji bo doza penaberiyê
Em bi hev re alîkariya guncaw ji bo we bibînin:
Ji bo serîlêdanan/tomarkirinê em alîkar in. Mînak:
- Li dema guhartina fermangeha doza penaberiyê
- Hevgihandina xêzanê di doza penaberiyê
- Pêdawîstiyên zêde yên jina bi dugiyan, cil û bergan, cil û bergên zarokî, pêdawîstiyên pêşîn yên zarokî sava
- Pêdiviyên zêde yên-semiyanan ( dayik yan babê bi tenê)
- Wergirtina xizmentyên perwerdeyî yên di pakîteya hikumetê ji bo zarok û ciwanan
- Pêdiviyên zêde ji bo xwarinên bi biha yên nexweşiyên domdirêj
- Pêdiviyên zêde ji bo veguhaztina mirovên kêmendam û xwedî Pêdiviyên taybet (astê G)
- Pêdiviyên zêde ji bo cil û bergan yên mirovên nexweş, kêmendam û xwedî
- Pêdiviyên taybet
- Xizmetkariyên tendirustî yên ku bihayê wan ji layê Te’mînê nayê dan. Mînak: bihayê kel û pelên perestariyê, Çareseriya êşiên derûnî, amûrên alîkar, parçeyên sext yên leşî, bihayê wergêran/tercumanan li jivanan bijîjkî.
Di mijarên bicihkirinê û cihên hayîman de em şîretan didin we.
- Pêdiviyên taybet (vehewandina paratstî yan bêasteng, odeya bi tenê, hemam bi tenê, derxistina bi lez ji hayîma pêşîn)
- Beşdarkirin di pirograma “cihên vehewandinê ji bo penaberan” ya fermangeha parêzgeha Berlinê ya koçberiyê
- Peydakirina xaniyan ji bo penaberên xwedî statuyek taybet li jêr berpirsayetiya LAF
Ji bo peywendîkrinê bi fermangehan em alîkar in û ji bo jivanên fermî dikarin bi we re werin. Minak:
- LAF fermangeha parêzgeha Berlinê ya koçberiyê
- Li şaredariyan
- BAMF
Heger hûn bixwazn em derfetên civakî û yasayî tenduristî ji bo we peyda dikin.
Peywendiyê bi me bike û pêdiviya we bi çi hebe bibêjin.
Kontakt AWO Kreisverband Berlin-Mitte e.V.
Pêwîst e jivan bi rêya telefonê an jî e-mailê werin dirustkirin.
Telefon
duşembê ta înê ji demjimêr 10-16
duşembê ta pênşembê ji demjimêr 10-17
Sprachmittlung
Em wergêra peyda dikin ji zimanê :
erebî, rûsî, farsî/darî, turkî, vîyêtnamî.
Zimanên din dê hebin.
Heger hûn bixwazin hûn dikarin bê diyarkirina nav û nasnemya xwe şêwirmendiyê bistînin.
Pêwîst nake e hûn navê xwe ji me re bibêjin.
Adresse
AWO Kreisverband Berlin-Mitte e.V.
Prinzenstraße 96
10969 Berlin
- U-Bahn Moritzplatz
- U-Bahn Prinzenstraße
- Bus 140 Prinzenstraße/Ritterstraße
Odeyên me bê asteng in.
Link
Derfetên me yên dî jî hene:
awo-mitte.de