KuB

Rêkxistina taybet ji bo jînên yek-semiyan (bi tenê zarokên xwe xwedî dikin) û jinên dugiyan

{Play}

Derbarê mafên we em zaniyariyan didin û belgenameyan ji we re peyda dikin, bo mînak:

  • di Birêveçûna doza penaberiyê, zaniyarî li dor lêpirsînê
  • Fermanbera jin di dozeya penaberiyê de
  • Wergêra jin*
  • Îqame bo te û zarokê te
  • Elgenameya jidayîkbûnê ji bo zarokê te
  • Pejirandina/Dananasîna Babîniyê
  • Tundî û tûjî û arîşeyên di nav xêzanê de
{Play}

Bi hev re em xizmetkariya guncaw ji bo we dibînîn.

{Play}

Em alîkariya we dikin ji bo serîlêdanê/tomarkirinê mînak:

  • Xizmetkariyên darayî û civakî (Pêdawîstiyên zêde di çaxê di dugiyaniyê de, Pêdiviyên zarokî)
  • Serîlêdana/tomarkirin ji bo keysa penaberiyê
  • Cureyên Îqameyan
{Play}

Di mijarên bicihkirinê / cihên hayîman de em şîretan didin we

{Play}

Ji bo peywendîkrinê bi fermangehan em alîkar in û ji bo jivanên fermî dikarin bi we re werin mînak:

  • LAF (fermangeha herêma Berlinê ya karûbarên penaberan)
  • şaredariyan
  • saziya mîrî ya penaberan / fermangeha parêzgeha Berlinê ya koçberiyê
  • BAMF fermangeha Fedral ya koçberiyê û penaberan
  • Fermangeha tomarkirinê ya zewacê
  • Fermangeha karûbarên zarok û ciwanan
{Play}

Heger hûn bixwazn em derfetên civakî û yasayî tenduristî ji bo we peyda dikin.

{Play}

Pêwîst e jivan bi rêya telefon û e-mailê bihên dirust kirin.

030 / 614 94 00
Duşem-În, Demjimêr: 9-17

Em wergêra peyda dikin ji bo evan zimanan:
Darî/farisî, erebî, êspanî, firensî, îtalî, kurdî, portuxalî, rûsî, turkî.

Li gor daxwaziyan zimanên din dê hebin.

Heger hûn bixwazin em dikarin çavdêriya zarokên we bikin, dema hûn şêwirmendiya distînin.

Heger hûn bixwazin hûn dikarin bê diyarkirina nav û nasmeya xwe jî şêwirmendiyê bistînin. Pêwîst nake navê xwe ji me re bibêjin.

{Play}

Kontakt- und Beratungsstelle für Flüchtlinge und Migrant_innen e.V.
Oranienstrasse 159
10969 Berlin

Jora me bê asteng in, ji bo mirovên kêmendam jî guncaw in.

  U-Bahn Moritzplatz (ohne Aufzug)
  U-Bahn Kottbusser Tor (mit Aufzug)
  Bus M29 Oranienplatz

Rê bi karta Googlemapsê:

{Play}

Li cem me Xizmetên din jî hene:
www.kub-berlin.org

BNS ji aliyê tê fînanze kirin / alîkariya aborî tê dayîn

UNO Flüchtlingshilfe

Senatsverwaltung f&uumlr Integration, Arbeit und Soziales